Enfeksiyonên vajînal û tedawiya wan

Enfeksiyonên vajînal û tedawiya wan


Gelek nexweşiyên jinan hene ku bandoreke mezin li ser jiyana wan dike. Yek ji van nexweşiyana enfeksiyona vajînal e. Gelek rêbazên tedawiyê yên vê nexweşiyê hene. Lê belê dema mirov li xwe baldar be û rêbazên baş bi kar bîne dikare têkeve pêşiya nexweşiyên bi vî rengî. Dema antîbiyotîk pir bên bikaranîn û ji ber sepînên şaş ên paqijiyê dibe sedem ku vajîna zirarê bibîne. Ev jî dibe sedema enfeksîyonê. Vajînît jî bêtir di salên ducanîbûnê de tê xuyakirin.


Sedemên enfeksiyonê


Laktobasil ên di qada xwezayî ya vajînayê de peywireke girîng dikin. Ev mîkroorganizmayan qadeke asîdîk ava dikin û dibe asteng mikroorganizmayên din ên dibin sedema nexweşiyan enfeksiyonê çêbikin. Lê belê ducanîbûn, mijandin, menopoz û guhertinên astên hormonan dibin sedema enfeksiyonan. Her wiha bikaranîna antîbîyotîkan, lawazbûna laş, jelên spermê dikujin, tamponên bi bêhn, nexweşiyên bi rêya zayendiyê derbasî mirovan dibin, dibin sedema enfeksiyonê. Enfeksiyonên vajînal dibe sedema herikandina vajînal, xwirîn, bêhna pîs, êşê û şewitandina dema kirina îdrarê. Ji bo teşhîsa vajînîtî muayeneya jînekolojîk û mînaka herikandina vajînal girîng in.


Vajînîta atrofik


Vajînîta atrofik: Ev ji enfeksiyonekê çênabe. Di dema mijandinê de û piştî menopozê her wiha dema asta hormonên jinan bikevin ev nexweşî dertê. Dibe sedema zuhabûn, xwirîn, şewitandin, herikandina vajînayê û hesasiyetê. Atrofik vajinit, bi krema vajînal, xelek an jî tabletan ên wekî hormona ostrojen dikare bê sepîn, dikare bê tedawîkirin.

undefined


Enfeksiyona mantar a vajînal


Enfeksiyona mantar a vajînal: Ev wekî Kandidiyaz jî tê zanîn. Ev yek ji cureyên enfeksiyona vajînal a herî zêde belav dibe ye. Enfeksiyona mantar a vajînal dibe sedema mantara bi navê Candida. Bikaranîna cureyên antîbîyotîkan talûkeya enfeksiyonê dikare zêde bike. Di dema ducantiyê de û ji ber nexweşiya şekir rîska enfeksiyonê zêdetir e. Dema laşê mirov lawaz be jî rîska enfeksiyonê zêdetir dibe. Hinek nîşaneyên vê nexweşiyê ew in ku dikare vulva sor bibe yan jî werimî be. Herikîna ji vajînayê bêtir spî ye û dişibe pirtikên wekî pênêr û bê bêhn e. Dikare bi dermanên bi rêya dev tê girtin bê tedawîkirin. Her wiha bi rêya fîtîlên ji vajînayê tên girtin jî tedawiya vê nexweşiyê dikare bê kirin.


Vajînoza bakterîyel


Vajînoza bakterîyel: Bakteriyên di vajînayê de dema kêm bibin hevsengiya hucreyan xera dibe û ev nexweşî derdikeve. Yek ji teşeyê enfeksiyona vajînal a herî zêde derdikeve ye. Nîşaneyên vê nexweşiyê jî ew e ku herikîna vajînayê zêde be û bêhna mîna masiyan a nexweş bide. Ev herikîna bêtir rengê wê cûn e. Lê carinan rengê wê ber bi rengê kesk ve jî diçe. Xwirîn ne zêde ye, lê dema herikîn zêde be dikare xwirîn jî çêbibe. Ji bo tedawiya vê nexweşiyê dikare çend cureyên antîbiyotîkê bê bikaranîn. Dikare krema vajînal an jî jel jî bi rêya vajînayê bê girtin.


Nexweşiya Trichomoniasis


Trichomoniasis: Trichomoniasis a parazîteke mikroskobik e enfeksiyoneke ji ber vaginalisê çêdibe ye. Ev bi rêya têkiliya zayendiyê derbasî mirovan dibe. Jinên bi enfeksiyona Trichomoniasisê bin îhtimala enfeksiyonên din jî bi rehetî bigirin heye. Di vê nexweşiyê de bêtir herikîna vajînal a bi rengê zer, cûn an jî kesk çêdibe û bi vê herikînê jî bêhna mîna masiyan xuya dike. Di vulvayê de dibe werimandin xuya bike an jî şewitandin. Ev nexweşî bêtir tenê bi dozeke antîbiyotîk a bi rêya dev tê girtin, tê tedawîkirin. Ji bo ev enfeksiyon careke din çênebe divê partnerê din jî tedawî bibe.


Roza Metîna