Rovî û Quling

Rovî û Quling

Quling û rovî du dostên hevdu ne. Loma rojekê rovî gazî quling dike û jê re dibêje:"Ez ê ji te re şîvê çêbikim were gel min."Quling jî kêfxweş dibe û dibêje: "Temam, ez ê werim."


Rovî dimseke rohn bera ser taht dide û ji quling re dibêje "Kerem bike". Lê belê dema quling nikilê xwe li teht dixe da ku bixwe nikilê wî diêşe. Rovî jî ji xwe re dimsê dialêse û bi kêfxweşî dixwe.


Lê ma quling vê yekê jê re dihêle !


Rojekê quling jî bang rovî dike û jê re dibêje: "Birakê rovî tu dizanî em dost û rêhevalên hev in. Te ba min xwarinê kir ez jî dixwazim gazî te bikim. Were em bi hev re xwarineke xweş bixwin.


Rovî jî kêfa wî tê û dibêje:"Temam."


Quling jî dema rovî tê diçe kulmeke nok tîne û jê re dibêje:"Xwarina me nok in hevalê min rovî."

Quling nok li ser teht rû kir û dest bi xwarinê kir. Roviyê reben ket dû nokan lê her nokek bi aliyekî ve diçû û belav dibûn. Rovî wer bera dû nokan da ji hal ket. Quling jî li kêfa xwe nihêrt û nokên xwe bi saya nikilên xwe xwar.


Rovî vê carê li ber dikeve û dibêje:"Belê dema min hewdel (dims) bera ser teht neda te jî nok bera ser nedida. Her wiha bi vî hawî nediwestiyam.

Her du jî li ser vê yekê li xwe mikur hatin û diyar kirin ku destbiraktiya wan ji niha şûnde ji wan re nabe. Ji hevdu veqetiyan. Lê belê rovî diçe gel hirçekî û jê re dibêje:"Ka em bibin heval û destbirakê hevdu."

Hirç jî jê re dibêje:"Belê em dikarin bibin destbirakên hevdu." 

undefined


Herdu jî dibin hevalên hevdu. Lê belê rojekê rovî ji hirç re dibêje ka têkevin wê kortê. Roviyê konek ji hirç re dibêje:"Ez ê dûvê xwe pê berdim. Lê berê tu têkevî kortê. Binêre bê çawa ye. Li ser vê yekê hirçê feqîr xwe berdide kortê lê belê rovî wî dihêle û diçe.


Herçiqas hirçê reben bike qêrîn jî fêde nake.


Rojekê rovî ji xwe re dibêje:"Ka ez biçim saxtiya hirç bikim bê ka halê wî çawa yeRovî diçe kortê. Hirç jî jê re wiha dibêje:"Xwedê, tu dibêjî qey tamên hemû dinyayê li vir daniye."Roviyê çilek li ser vê gotinê xwe nagire û dibêje:"Ka ez ê xwe bavêjim ser milê te."

 

Dema rovî dikeve kortê hirç bi qirika wî digire û jê re dibêje:"Min li vir ax dixwar. Karê te xapandin e. Lê te min nexapanda min jî te nedixapand."


Herdu jî li wir bi tenê û birçî man. Gotin em sozekê bidin hevdu lê hirç ji rovî re got:"Baweriya min bi te nayê. Te xayintî kiriye. Tu bêbext î. Ez ê çawa baweriya xwe bi te bînim?"


Herduyan soz dan hevdu û rovî ji ser milê hirç ji kortê derket. Dema derket ji hirç re got:"Welleh ez bêbext im."


Roza Metîna