Girîngiya ziman û dîroka kurdan

Girîngiya ziman û dîroka kurdan


Zimanê Kurdî yê di nava malbata Hînd Ewropayî de ye gelekî dewlemend e. Jêderka şaristanî û felsefeyeke kûr e. Çiqasî jî bi salan bi tundiyeke mezin rû bi rû mabe jî lê her li berxwe daye. Li dijî nîjadperestî û cihêkariyê hîn jî hewil dide li ser piyan bimîne. Gelek navdarên li cîhanê dema behsa zimanê kurdî dikin di warê dîrok û dewlemendiyê de hêjayî pesindayinê dibînin. Ne tenê ziman di heman demê de pesnê şaristanî û felsefeya kurdan jî vedidin.


Divê em dîroka zimanê kurdî bizanibin


Ji bo em dewlemendî û qiymeta zimanê xwe baştir bizanibin divê em dîroka zimanê kurdî bizanibin. Divê em guh nedin gotinên li dijî zimanê kurdî yên nîjadperestan. Em dema li dîroka zimanê kurdî dinêrin em dibînin ku çiqasî xwediyê wateyeke mezin e. Em ji fermenga etîmolojiyê dest pê bikin. Çar hezar sal berê ferhenga kurdî hebûye. Navê vê ferhengê yê 4 hezar sal berê sanskritçe (Hîndiya berê) Nirûkta Vedenga bû. Bi navê niha Nirxê Vedenga. Ev ferhenga etîmolojiyê ye. Hinek kesên nîjadperest û dijminên kurdan dema dibêjin 'ma kurdî jî ziman e' bila binêrin ku dîroka zimanê kurdî çiqasî kevn e. Dema em li ferhenga etîmolojiyê ya kurdî û tirkî dinêrin em dibînin ku ya bi kurdî kevnartir û dewlementir e. Ya tirkî jî 950 sal berê hatiye nivîsandin.


Ferhenga 4 hezar sal berê


Em niha binêrin bê ev fergenga etîmolojiyê bi çi hawî bi çi armancê hatiye amadekirin. Zimanê ji Kurdistanê li Îran, Anatolya, Îran, Belûcîstan, Hîndîstanê belav bû û ji tevahiya vê herêmê re Aryan tê gotin. Hindî navê Aryan pîroz dibînin. Li gor Hîndîstaniyên berê 'axaftin û deng di nava kodên afrînêr de veşartiye'. Li gor wan di her deng û peyvan de kodên îlahî yên kûr hene. Loma peyvên Aryanî koka wan ji bo wan girîng bû. Loma ferhenga etîmolojiyê nivîsandin. Ev ferhenga kokên gotinên sanskritçe vedibêjin di heman demê de koka peyvên kurdî jî vedibêje. Çimkî milê malbata zimanê Aryan a Hînt Ewropayî kurmancî, zimanên hîndî, tatça, talişçe, belûçça, farisî, urdukî, peştûcî, gilakçî, mazanderancî, osetkî ye. Her wiha dora du hezar sal berê ji aliyê mezinên kurdan pirtûka kurdî Avesta jî hatiye nivîsandin. Avesta ji 21 pirtûkan pêk tê. Di serdema êrişên Îskender de gelek ji van pirtûkan hatin tunekirin lê 3 heb gihaşt heta roja îro. Gelek pirtûk û jêderkên şaristaniyê yên kurdan ji aliyê êrişkaran ve hatine tunekirin.


Girîngiya ziman û dîroka kurdan


Kevneşopiya zimanê kurdî ya xwediyê şaristaniyeke kûr e divê baş bê famkirin. Heta neyê famkirin wê têra xwe û baş neyê parastin jî. Kurdî ji Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Kelhûrî, Lorî, Hewramî (Goranî) pêk tê. Kesên li ser zarava û etimolojiya kurdî ne xwediyê agahiyê ne dikarin gotinên eletewş ên mîna 'kurmancî tenî ji 300 peyvan pêk tê' bikin. Lê dema em bizanibin bi dîrokê em rê nedin gotinên bi vî rengî. Tevî dîroka zimanê kurdî em dîroka gelê kurd jî divê baş bizanibin. Împeratoriya Medan berî zayinê 678'an de yanî nêzî du hezar 700 sal berê ava bû. Dîrokzanê serdema navîn Hayton wiha dibêje "et medi qui cordins" yanî 'Medî ku ew kurd in' û zimanê vê şaristaniyê bi kurdî bû. Zimanê kurdî li gor lêkolînên Bedel Boselî herî kêm bûye zimanê 30 dewletên hatine avakirin. Di heman demê de medreseyên kurdan berî îslamê û piştî îslamê di 12 beşên cuda de perwerde daye. Di beşên zanistê de jî perwerde hatiye dayin. Kesên ji dibistanên kurd mezûn dibûn ji wan re dazde dihat gotin. Ev tê wateya dozdeh. Çima 12? Ji ber tê wateya pisporiya di 12 beşên ilm û zanistiyê de. Yê di dîroka cîhanê de robotê yekem îcat kiriye Ebûl Îz El Cezîrî. Ango Ebûl Îzê Cizîrî. Ew li dibistanên kurdan bi hînbûna 12 ilman pêş ket. Di qada nebatan de jî Ebû Henîfe Dînewerî yê kurd e. Ew jî li dibistanên kurd hîn bû.

Bavê mûzika sîstematîk Mûhamed Erbîlî ye. 

undefined
Kesên dijminên zimanê kurdî ne naxwazin vê rastiyê bibînin û berovajî vê rastiyê dipeyivin. Lê ya rast em ji dîroka xwe haydar bin. Li ser vê yekê dixwazim du mînakan bidim; Hazim Hacani di pirtûka xwe ya erebî ya bi navê "Sefehatun Min Tarîxi’l-Kurd we Kurdistan" de wiha dibêje:"Hinek tabletên bi nivîsa mîxî ya bi kurdî hatine nivîsandin û behsa Tofana Nûh dikin hene. Ev tabletana niha li Muzeya Londrayê tên parastin. Li ser vêya di rojnameya wtu’r-Rafideyn” gotarek tê parvekirin


Zimanê kurdî û gramera wê xwediyê kevneşopiyeke girîng e


Di zimanê kurdî yê şaristaniyê de ji milyonekê bêtir peyv hene. Li gor Kovara Zanistê ya Navneteweyî ya Scienceyê li gor gelek lêkolînan ziman ji cihên şoreşa çandinîtiyê lê pêk hatine derketiye. Ev lêkolînan li gor testên DNA'yê jî hatine kirin. Ev lêkolînên ku ji aliyê Zanîngeha Pensîlvanyayê û Zelandaya Nû Aûcklandê hatine kirin li ser Kovara Zanistê ya Navneteweyî ya Scienceyê hat weşandin. Kesên dijminên zimanê kurdî ne naxwazin vê rastiyê bibînin û berovajî vê rastiyê dipeyivin. Lê ya rast em ji dîroka xwe haydar bin. Li ser vê yekê dixwazim du mînakan bidim; Hazim Hacani di pirtûka xwe ya erebî ya bi navê "Sefehatun Min Tarîxi’l-Kurd we Kurdistan" de wiha dibêje:"Hinek tabletên bi nivîsa mîxî ya bi kurdî hatine nivîsandin û behsa Tofana Nûh dikin hene. Ev tabletana niha li Muzeya Londrayê tên parastin. Li ser vêya di rojnameya wtu’r-Rafideyn” gotarek tê parvekirin. Di gotarê de tê gotin 'Nivîsa mîxî ya bi zimanekî di roja me ya îro de bûyereke mezin e. Lê belê têra xwe nehatine danasîn ev jî bêbextiyek e. Ev bûyer kevnariya zimanê kurdî ya dîrokê nîşan dide'.Li gor hinek çavkaniyan jî tê gotin Berî Zayinê di dawiya sedsala 4'emîn de bi hilweşandina Împaratoriya Ixmînî re kurd dev ji bikaranîna nivîsa mîxî berdidin û alfabeya Yewnanî û Aramî bi kar tînin. Hinek tekstên bi kurdî yên bi van alfabeyan hatine nivîsandin 'Kîtabeyên Hewramî ne'. Zimanê kurdî û gramera wê xwediyê kevneşopiyeke girîng e.


30 pirtûkên kurdî yên li ser teknîk û zanistê


Dema em li hinek lêkolînên din jî dinêrin em dîsa dibînin ku kurd di warê ziman, zanist û dîrokê de çiqasî pêşketî ne. Mînakek vê lêkolînê bi vî rengî ye. Xelîfeyê Îslamê meraq dike ku xelqên qedîm kîja albabeyê bi kar tînin. Berî 1165 sal berê Dîrokzanê Keldanî li ser vê yekê dixwaze pirtûkek bê nivîsandin. Bi Îbn Vahşiye didin nivîsandin. Îbn Vahşiye rave dike ku wî 30 pirtûkên bi kurdî yên li ser teknîk û zanista bi kurdiya resen dîtiye. Bi alfabeya bi navê Masî Soratî hatiye nivîsandin. Li gor van agahiyan alfeya kurdan a resen hebûye. Di van pirtûkanan de tê gotin kurd di warê cotkariyê de gelê herî baş e. Her wiha tê gotin Keldaniyên di warê zanistê de gelekî baş bûn kurd di warê zanistê de bi wan re di nava pêşbaziyê de bûn.


Roza Metîna