Porkurê û porkuro di ziman de

Di dîroka hemû miletan de, û bi taybet di zanist û kultura wan de, pir gotin hene têne bi karanîn wek motîf"remiz" û ew jî vedgere dab û nerît û paşmaka her miletekî, û şêweyê jiyana wî di qonaxên serdemên dîrokê de, û kurd weke gel û netew, li cem wan jî pir motîfên wisa derbas dibin, û emroj weke nîşan tên bikaranîn di wêjeyê de û axaftinê de, çi di çîrok û romanê de, û çi di helbest û şanoyê de..hwd.ji van motîfên balkêş û cîgirtî di wêje an zimanê kurdî de, û bûye wek beşek hevgirtî ji qesekirdina civakê, bikaranîna van gotinaye:porkurê û porkuro.


Porkurê û porkuro

Tê gotin ji afretan re çi jin û çi keç: "Porê te bi ser mala bavê te kur bibe", û carna bi şêweyekî bilez û matmayî tê gotin: "porkurêê tu çidke!". lê, min dîtiye ji bilî jinan, gelek caran ji mirovê nêr jî re tê gotin, wek carna keç û xort bi hevre di axivin bi rengekî matmayî û heneka dikin, keç ji xort re dibêje: "porkuroo!!", helbet, keç bi vê axaftinê dixwaze xwînşêrîntiya xwe diyar bike di gel pêkenîneke nazik û bedew.


Wate û nîşanên vê gotinê

Eger em vegerin dîrokê û li reh û wateya vê gotinê bigerin emê gelek wate û nîşanê wê bibînin û emê bibînin ku ew nîşan ta niha li ser zar û ziman tên bikaranîn, ji wan jî evin:

  • Nîşana qebhet û belayêye.
  • Nîşana bêçarêtî û kêşeyeke mizine.
  • Nîşana kerbê û bobelatiyeke gewreye.

Tê gotin pîrek ji zilamê xwe re carna dibêje dema ji hev zivêr dibin, an ji karê xwe: "Ezê ji kerba te porê xwe kurbikim" an "ezê ji qehra te pêrê xwe bi şefra kur bikim".

Weke min got: gelek caran ev tê gotin ji aliyê jinan dema ku zilam an kesekî dîtir zextê lê zor dike, an wê zivêr û işkence dike, an zilam kêmasiya dike wek ne guhdan bixwe...hwd.


Dibê em zanibin, herwiha ku ev gotin "porkurê" ji namûs û rûmetê tê, dema ku keç dizewicî û derneketa qîz, roja dinê xwediyê zave porê wê kurdikirin û bi ser mala bavê wê de di şandin, ev jî wek namakê bû ku keça wan derket ne qîz, lewra porkurrî ji vê edetê hatiye, û herwiha tê gotin dema dayik carna ji keça xwe nerazîbe, nifirek wisa lê dike: "Porê te bi ser bavê te de kurbiyê" an ji hinkî dîtir ji hev rev dibêjin.

Lê, hindek nerîn hene dibêjin: çênabe mero ji mêran re bêje porkorro, lê ya rast divê em bêjin xwelî sero "xwelî li serê te be". û hin nerînin din jî hene dibêjin gava qebhetek ji alî jinekê bi serê malekê de bihata porê wê jinê kurdikirin û wê bi ser mala bavê wê de dişandin, lê heger belayek yan talanek mezin yanjî kuştinek pir bi ser malekê de bihataya wê gavê jinan gulyên xwe dibirîn, mînak wek tê gotin "gulî birê" ,kêm jinan por kurdikirin ji bo vê babetê, jiber kurkirna por tenê bêhtir jibo qebhet û sosreta bû.


Hêjaye gotinê, di şeran de: law, bav an bira, dema dihate kuştin, dayik, xûşik an yekê ji malbata wî porê xwe kurdikirin an jî guliyên xwe jêdikirin, ev jî nîşana belayê bû.