Hevwate di zimanê kurdî de

Weke tê zanîn, hevwate diyardake zimaniye di hemû zimanan de heye, pir gengeşe û lêkolîn di derbarê wê de hatine kirin, û zimanzan li himber vê babetê bûne du beş, beşek ji wan hîç pênasînê bi vê pirsgirêkê nake û diyardeya hevwateyê red dike, lê beşê dîtir dibîne ku ev diyarde balkêşe di hemû zimanan de û divê pênasî pê bibe û hêjaye ku zimanzan bi hûrgulî li ser rawestin, çinkî rûbereke pir mezin ji ziman digre û roleke giring û sereke tê de dilîze, çi di derbirînan de, çi di rewanbêjiyê de an di tekezkirina axaftinê de.Lewra, li gorî van agahiyan ez ê hewil bidim li ser vê diyardeyê rawestim di zimanê kurdî de.


Birastî di maweya dawî de ev pirsgirêk gelek caran bûye cihê gengeşê li ser rûpelên alavên ragihandina civakî û gelek caran bûye cihê nakokiyên herêmî, lê di heman demê dibê em kurd agahdar bin û guhdanê bidin zimanê xwe, nexasim di van salên dawî de ku ev guhertinên bilez li seranserî cîhanê rûdane û didin, herweha qedexekirina zimanê kurdî ji aliyê desthilatên dagîrker û bandora wan a neyênî li ser pêşketina zimanê kurdî, van sedemên jorîn hiştin ku zimanê kurdî di her herêmekê bi şêweyekî cêwaz pêşbikeve, ji ber vê yekê hevwate wek diyarde bi xwirtî di zimanê kurdî de berze bûye, li her herêmeke kurdî îdî ev tişt diyare, li herêma cezîra rojavayê kurdistanê hin bêja hene cûdana ji herêma dihokê an herêma silêmaniyê, û li bajarên dîtir bi hin şêweyên dîtir tên bikaranîn...h.w.d.


Lewra, wek min li jor amace pê kir, dagîrkirina kurdistanê û dapeşkirina gelê kurd di nav sînorên çar dewletan de hişt ku ziman jî bê dabeşkirin çi di warê deng û fonotîka xwe de, û çi di aliyê lêvkirina gotinan û sazkirina ristan de, lê tevî pêvajoyên li seranserî cîhanê rûdane nemaze di aliyê ragîhandinê de, ta êsta kurdan natiwanîbûn zimanekî kurdî sitender sazbikin, û bikin zimanê giştî li her çiwar perçên kurdistanê, tevî ku kurdî zimanekî zindî û dewlemend de bi zarav û zaravokên xwe, û tevî ku derfet îroj bêhtir bûye ji demên raberdû, û di heman demê de hevgihîn û dan û sitendin di navbera herçar perçên kurdistanê de xwirtir û bi hêztir bûye, ji ber penaberiyê, ragihandinê û nemaza alavên hevgihîna civakî û rola wan di rêgezên çawaniya ramyarî de û herweha ya zimanî de.


Hevwate çiye?

Ew bêjeyên ku bi heman wateyan tên bikaranîn, û di eynî ziman de, lê belê xwendin û nivîsîna wan cêwazin ji hev, ne wek hev tên gotin û bilêvkirin.

Nimûne

zarok: mindal, minal.

Pir: gelek, zor.

Wanî: wilo, wisa, halo, wanîko.

bêje: peyv, gotin.

Serxweş: sermest.

Kalik: bapîr.

Hêsir: hêstir, firmêsik.

Dibistan: qutabxane, xwendingeh.

Fikir: raman, hizr, bîr

Roj: tav, tavik, hetav, hetaw..


Bi gelemperî, em dikarin hevwateyan dabeşî du cureyan bikin:


Hevwateya yeksanî(wekhev):

Di vê cureyê de hîç cêwazî di navbera peyvên hevwate de nîne, hevdû dinimînin bi şêweyekî yeksan di watenîşana xwe ya navendî de, wata: axêver an nivîskar dikane wan pev re biguhere bêy ku wate bandor lê bê:

Nimûne:

Dibistan: qutabxane.

Kesk: sewz.

Mezin: gewre.

Kêr: çeqo.

Kon: reşmal.

Pênûs: nivîsok, xame, qelem.


Hevwateya neyeksan:

Di vê cureyê de, dema ku bêje neyeksan bin bi tewawî, hidek yeksanî di watenîşana wan ya navendî û derdorî de heye, belam ne timî em dikarin wan pev re biguherînin di ristebendiya axavtinê de, û ev cure bêhtir bi rengdêran de tê bikaranîn:

Nimûne:

Xweşik: bedew, spehî.

Zîrek: jêhatî, çalak.


Lewra, bêjeyên ku hevawateya wan yeksan û rasteqîne be, li hev diger in û bi asanî dikevin şûna hev, û pev re tên guhertin di hemî riste bendiyên axavtinê de, lê yên neyeksan ne wisa ne.


Sedemên hevwateyê çine?

Wendabûna rengdêriyê:

Hindek bêje di dema bûrî de rengdêrbûn, lê bi demê re pilepile watenîşana xwe ya sereke wendakirine û hatine bikaranîn wek nav.

Nimûne:

Rewan: rêngdêr bû, lê bûye navê " hesp".


Cêwazîbûn di navbera zaravên kurdî de:

Zimanê kurdî tê naskirin bi zarav û zaravokên xwe, çi li ser asta her herêmekê an li ser asta bajarokan, û ev cêwazîbûn li gelek ciyan bi sedema dan û sitendin û alvên hevgihîna civakî tev li hevbûye ta radeyekê ku nema diyare, lê di heman demê de tê xwestin ji rewşenbîr û nivîskaran û bi taybet zimanzana ku karibin di vî warî de bi delameta xwe rabin, û berhemên xwe bixemilînin bi hemû zaravên kurdî, û van zaravên şêrîn bibînin zengînî û dewlemendî ji ziman re.


Bikaranîna bêjeyan ji zimanên beyanî:

Tevî dewlemendiya zimanê kurdî, lê hindek caran bêje ji zimanên beyanî deynkiriye, nemaze ji cîranên xwe, û ev bêje bûne wek hevwate di zimanê kurdî de.

Nimûne:

Işq : vîn.

kitêb: pirtûk.

qesir: koşik.

i'lim: zanîn.

Rih: giyan, can.


Guherîna devokî:

Hindek bêje hene ku ewjî li her herêmekê bi awakî cûda ji ya dîtir tên bikaranîn, û ev bêje di koka xwe de yekin, lê piçike guhertin di wan de çêbûye û bi dengê xwe cûdabûne, hindek zimanzan wan nahejmêrin ji hevwateyan, û ew jî nerîna wane:

Nimûne:

Kîvroşk: keroşk.

Kebok: kevok.

Mirov: merov.

Dûr: duwîr.

Gûz: gwîz.


Sûde û girngiya hevwateyê:

Bihêzkirin û tekezkirina axavtinê:

Bikaranîna hevwateyan û nexasim rêzkirina rengdêrên hevwate roleke balkêş dilîze di xwirtbûn û bihêzkirina axavtinê de.

Nimûne

Şana keçek rind, xweşik û delale.


Firehkirina rêgeza axaftinê:

Pirbûna hevwateya rewanbêjiya ziman bi hêz dike, û herweha dergeh fireh dike li pêşiya nivîskar û axêver da ku bêjeyên guncaw ji xwe re helbijêre, çi di axaftinê de an di nûsînê de, wata: eger bibîne ku bêjeyeke ne guncawe çi di wateya xwe de an ritma xwe de dikare wê biguhere bi yeka dîtir.


Hêsankirina axavtinê:

Hevwate qisekirdinê hêsan dike, nemaze eger kêmasiyek an kêşeyeke lêvkirinê li cem axêver hebe, hevwate dibin wek çareseriyê ji pirskirêka wî/ wê re, wata:Eger axêver astengiyan bibîne di lêvkirina tîpa (R) di bêjeyekê de, dikare hevwateya wê bikar bîne.

Nimûne:

Roj baş: beyanî baş.


Di dawî de:

Hevwate dimîne diyardeyeke zimanî, erêniyên wê pirrin, nîşana dewlemendiya zimanekîye, şêwe û rêbaza derbirrînên ziman bihêztir dike, lê hêjaye gotinê, hindek neyêniyên hevwateyan jî hene, wek nimûne kesê beyanî dema ku dixwaze xwe fêrî zimanê kurdî bike, hevwate wî wenda dikin û astengiyên têgihiştinê tîne pêşiya wî, dibe ku hindek neyêniyên dîtir jî hebin.