Parêzvanê hunera kurdî: Mihemed Arif Cizîrî

Parêzvanê hunera kurdî: Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî yan Cizrawî yek ji mirovên qedilbilind ê xizmet ji hunera kurdî kiriye. Ew bi sekin û têkoşîna xwe ya bi salan bû mînakeke baş. Di 1912'an de li Cizîra Botan, bajarê xwediyê helwesteke kurdewar ji dayik dibe. Mihemed Arif Cizîrî jî gelek çîrokên mîna Memê Alan ê nasname, ziman û çanda kurdan diparêzin hîn dibe. Li bajarê Cizîra Botan hêviyên parastina nasnameyê her dem di dil de germ dimîne.


Li koşk û dîwanan stranan dibêje


Mihemed Arif Cizîrî jî wekî gelek nivîskar û hunermendên kurd para xwe ji zextên dewletê digire. Ji ber sekna xwe ya polîtîk piştî serlhildana Şêx Seîd 4 salan di zindana Amedê de dimîne. Gelek kesên din jî bi wî re tê girtin û li gor hinek çavkaniyan ew ji ber temenê biçûk ji efûyê fêdeyê digire. Mihemed Arif Cizîrî jî dîsa wekî gelek kurdî li ser axa xwe dibe koçber. Piştî ji zindanê derdikeve berê xwe dide Zaxoyê û piştre diçe Duhokê. Li wir li koşk û dîwanên axa û began jî stranan dibêje. Li Duhokê dikanekê vedike û li wir dimîne. Li wir hem têkoşîna hunerê hem jî ya jiyanê dide.


Ji stranên dayika xwe sûdê digire


Taybetmendiyeke vî hunermendê hêja jî ew e ku di serdema kurdî qedexe bû û dîsa zextên mezin li ser ziman hebû de wî bi kurdî digot. Her wiha gelek berhemên folklora kurdî ji tunebûnê parast. Ev berhem bi saya wî ji nifşên nû re hat ragihandin. Tevî ku bi xizaniyekê jî mezin bûye lê wî her hewil daye têbikoşe. Te gotin bavê wî di “Seferiya” cenga cîhanî de diçe şer û êdî careke din agahî jê nayê girtin. Her wiha ew ji stranên dayika xwe Edlayê gelekî sûdê digire. 

Taybetmendiyeke vî hunermendê hêja jî ew e ku di serdema kurdî qedexe bû û dîsa zextên mezin li ser ziman hebû de wî bi kurdî digot. Her wiha gelek berhemên folklora kurdî ji tunebûnê parast. Ev berhem bi saya wî ji nifşên nû re hat ragihandin. Tevî ku bi xizaniyekê jî mezin bûye lê wî her hewil daye têbikoşe. Te gotin bavê wî di “Seferiya” cenga cîhanî de diçe şer û êdî careke din agahî jê nayê girtin. Her wiha ew ji stranên dayika xwe Edlayê gelekî sûdê digire
undefined


Dilê Mihemed Arif Cizîrî dikeve Ilîzabêtê


Ew di 1949’an de, berê xwe dide Baxdêyê û di Radyoya Bexdayê de li derdora 100 stranan dide hevdu. Ew dostaniya xwe ya bi hinek hunermendên din jî baş dike. Bi Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Nesrîn Şêrwan, Almas Xan, Meryem Xan û Elî Merdan têkiliyê xurt dike. Ew dema diçe Bexdayê bêtir navê wî belav dibe. Li gor hinek çavkaniyan jî di 1951'ê de li Gundê Kurê Gavana, dilê wî dikeve jina bi navê Ilîzabêt û çend salan jî didome.


Koça xwe ya dawiyê dike


Di stranên Mihemed Arif Cizîrî de gelek mijar hatine destgirtin. Behsa evîn, keça kurd, şer, mêrxasî û gelek mijarên din hatine kirin. Li gor hinek çavkaniyan jî dayika Mihemed Arif Cizîrî Edla dengbêj bûye. Ango mamosteya wî di heman demê de dayika wî bûye. Loma dayik di pêşketina zarokên xwe de xwediyê roleke gelekî girîng in. Mihemed Arif Cizîrî di sala 1986’an de li bajarê Duhokê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê koça xwe ya dawî dike. Li Goristana Şaxkê hat definkirin.


Roza Metîna